Emrullah Karabulut
Çi Xweşe
visibility
26 Okunma
Îro şahîya me ye
Cejn û dîlana me ye
Kêf û seyrana me ye
Binhêrin vê dawetê
Daweta xortê Îslam
Çi xweş e çiqas xweş e
Kerem kin ey xas û ‘am
Çi xweş e çiqas xweş e
Bigrin govend û dîlan
Çi xweş e çiqas xweş e
Bûk li zava pîroz be
Muhba wan l-hev zede be
Wek ‘Elî û Fatima
Evîna wan gellek be
Şehîdê Îslamyetê
Temaşe-l vê dawêtê
Bi zîkr û selewat in
Li asîman û li ‘erş in