Kürtçe/Zazaca Eserler
Cejna We Piroz Be
visibility
22 Okunma
Yek Remezan, yek jî Qurban, da me Rehman, ev her dû ’îd
Heq Tebarek, bi yek carek, kir bimbarek, ev cejnû ’îd
Derd û kula, dûr kin j’dila, bîna gula, xweş tê di ‘îd
Bi lutfûllah, selamûllah, barekellah, pîroz be ’îd
****
Bi ronahî, şad û şahî, pîrozbahî, bikin di ’îd
Ji dûr û néz, b’dil û himêz, silav û rêz, li we di ‘îd
Derd û kula, dûr kin j’dila, bîna gula, xweş tê di ‘îd
Bi lutfûllah, selamûllah, barekellah, pîroz be ’îd