Bu ilahiyi uygulamada oku! Çevrimdışı erişim ve daha fazlası.

İndir
visibility 13 Okunma
Dilo, carek xwe hişyar ke Hilo da çin bi seyranê Bi carek bes xwe bê par ke Were seyra gulîstanê **** Gulîstana ku sorgul tê Semen, nisrîn û sunbul tê Hezar bilbil bi xulxul tê Di hîva mahê Nîsanê **** Di fesla çardehê Nîsan Me dîbû dîlberek dîsan Di dil da meş’elek îsan Mi can da mislê perwanê **** Me dil da dîlberek sade Letîf û şêx û begzade Ji qeydan kir me azade Nihanî bir me dîwanê **** Nîhanî xelwetek da min Ji le’lan şerbetek da min Bi weslê suhbetek da min Kirim bende di fermanê **** Ji fermanê ku aşiq bit Di daxwazê murafiq bit Divê her dem muwafiq bit Wekî Şêxê di Sen’anê **** Wekî Şêxê ku xadir bit Li fermanê ku nazir bit Bi emrê dostê kafir bit Bisojit suhfê Quranê **** Bisojit suhfê mektûbê Bi emrê yar û mehbûbê Dema dil dim bi metlûbê Didim ez dîn û îmanê **** Bila dîlber mecazî bit Ji rengê pêşe tazî bit Bila sofî nerazî bit Bimînit ew di hîrmanê **** Nebê, sofî qewî dîn e Wekî xofaşê miskîn e Li nik wî roj çi rengîn e Çû nabînit ji ‘umyanê **** Dilê wî kor e, e’ma ye Li ber wî dergeh dadaye Ji weslê dûr bûye maye Nehêştin bête dîwanê **** Di diwana ku qerqef tê Di nêv bezma ney û def tê Melaîk sed hezar sef tê Ez im ê hate meydanê **** Ez im serxweş ji wê camê Ez im sewda di nêv ‘amê Ez im Enqa ketim damê Bi zulfa ser xalan danê **** Bi zulfan hate ser xalan Binefş û werd û alalan Dil û canê me ‘evdalan Dibin her dem bi talanê **** Bi talan ku du sed ser çûn Hezara genc û gewher çûn Dilê-m sed pare ker ker çûn Tu xanî, bes ke efxanê!

Paylaş ve Destekle

chat share