Kürtçe/Zazaca Eserler
Dunya Derew
visibility
21 Okunma
Dinyayê tu derewî
Ne dost û ne hevalî
Belê Rindû bedewî
Le j kesî re ne yarî
Zaroki tu nezanî
Mezinî bar giranî
Ixtîyarî bê halî
J êş û jana bê zarî
De şiyar be
Bese ev xeflet û xew
De ka rabe
Dewran derbas bu çû tew
Çi kral û çi wezîr
Çi maldar û çi feqîr
Çi azad û çi hêsîr
Tev çûn ba rebbê Besîr
Çi cerm sipî çi reşî
Çi kinik çi dirêjî
Çi am û çi xweşikî
Tev dibin ax wek hevî
Kanî pêşîw meznê me
Kanî bavû kalê me
Tazî hat û wer çûne
Mal belav bu şûne
Xwedyê me her Xwedaye
Derdu derman wî daye
D qebra tarîw mehşerê
Kes tune j wî pêvaye