Bu ilahiyi uygulamada oku! Çevrimdışı erişim ve daha fazlası.

İndir
Kürtçe/Zazaca Eserler

Helbesta Buk u Zava

visibility 16 Okunma
Ser xêrê be ev zewac û de’wet! ‘Umrek bi xêr, Xweda bike kismet… Kêm nebe j’ser mala wan se’adet! D’ Hîfza Xudada bîmînin her wext! Ronî bibe ça’vê dêyû bava! Kêfxweş bibin timî j’dil û nava! Bi wan, malek bi nûr bibe ava; Li gor esasê Qur’an û sunnet! Bûk û zava li hevdû mubarek Bêjin maşallah ji war, bi carek Boy wan du’adar bin îns û melek Wuha şad bin ew hetanî ebed… Civîne dost û ehbab û yâran, Dilxweşin, girtine reqs û dîlan!.. Hêvîya me j’ te ey Rebbê Rehman! Kêm nebe qed, ev muhbet û ulfet Xweş de’wete ev, paqij û helal! Qewî îmanin ev merdên delal! Bi edebin ew, her dem di her hal Bibare l’ ser wan, rehm û bereket Bûk û zava li hevdû mubarek Bêjin maşallah ji war, bi carek Boy wan du’adar bin îns û melek Wuha şad bin ew hetanî ebed…

Paylaş ve Destekle

chat share