Kürtçe/Zazaca Eserler
İslam
visibility
19 Okunma
Li mala darul erqam
Dest pê kir ev kelam
Jar û feqîr xas û ‘am
Belav kirine îslam
Li newala ramdayê
Eshap kişand cefayê
Bîlal habab sumeyye
Sebirkêşê dewayê
Tekbîr allahû ekber
Deng bidin ser behr û ber
Gûnd û bajar li her der
Dorê nedin ehlê şer
Êriş dikin wek gûra
Sersem û gêj û hara
Wa mizgîn hîcret bira
Bikşin li ba ensara
Li ser me êdî cîhad
Ferz e em bikin xebat
Bedr û ûhûd vane hat
Li hendekê giştîn mirad
Va rabûne qiyamê
Ji bo dîne îslamê
Xebat dikin her gavê
Di nava xas û ‘amê
Vaye li tevê cîhan
Şîyar bûne musluman
Qebûl nakin ti zeman
Ji xeyrî ehkamê îslam