Muharrem Demir
Pexembere Me
visibility
15 Okunma
Sellî ya rebi sellîm ya rebbî
Li ser muhemmed, li nebiyê te bî
Ew rehberê me, tim serwerê me
Taca serê me, pêxemberê me
Fexra ‘alema, nêv ‘erd û sema
Dermanê xema, pêxemberê me
Çi hûr û mezin, çi însan û cin
Jê ra ‘aşiq in, pêxemberê me
Yarê qelba ye, canê cana ye
Ji nûra xweda ye, pêxemberê me
Xemla malê me, meh û salê me
Ew delalê me, pêxemberê me
Bêhna gulê me, ‘eşqa dilê me
Çara kulê me, pêxemberê me