Bu ilahiyi uygulamada oku! Çevrimdışı erişim ve daha fazlası.

İndir
Nurullah Kuray

Dilbere İro Seher

visibility 21 Okunma
Dilberê îro seher Avête cergê min du dox Yek li sîne yek li dil da Lew ji min tên ax û ox Ah û oxên min ji dil tên Lê ji ber tîra qizil tên Yan ji kovanên di kul tên Jê dizêt her xwîn û zox Xwîn ji dil co co rewan tê Wek ‘eqîq û erxewan tê Lê ji dest selwa ciwan tê Ew şepala şeng û şox Ew şepala şox û şeng e Kafira rom û fireng e Dame ber cotek xedeng e Zalimê kuştim bi dox Ẓalimê kuştim şepalê Nazikê qencê delalê Bûn ḳicaba zulf û xalê Îdek û ala û tox Netrik û tayên bi rîşî Ê di zêr in pê ve wîşî Min du fêris dîn di pêşî Murwet û insafî yox Lew heriftim ez ji meyle Şubhetê sehlê we seylê Muhbet û ‘işqa di Leylê Ez kirim yekser pilox Dest nehêlim ez ji dînê Şubhê Ferhad û Şirînê Wer ji ber ‘işq û evînê Min di rê çit ev kilox Ṣuhbeta çerx û sema tê Wek Melê sed mubtela tê Zemzem û ava heyatê Muşterî sed şeyx û şox

Paylaş ve Destekle

chat share