Kürtçe/Zazaca Eserler
Mazlum Rabune Qiyame
visibility
15 Okunma
Mizgîn va roja îmanê
Daye ser tevê cîhanê
Belav bûye li her derê
Şewq û ronahiya Quranê
Bihara Muhemmedî ye
Şikir be kû me ew dî ye
Bêhn û alava kulîlka
Cîhan di xwe de hiştî ye
Werin em Muhemmedî ne
Dozvanê Huseyn Welî ne
Xeberê bidin bê kesa
Mizgîna İmam Mehdî ne
Li her der ehlê îmanê
Li pey sunnet û Qur’anê
Serî hildan li ber zulmê
Hêvîya gellê cîhanê
Em alîkarê ketîya
Pirsyarê jar û birçîya
Wekî her demê dîrokê
Me xwe daye ber girtîya