Kürtçe/Zazaca Eserler
Şehid Engin
visibility
13 Okunma
Qencê dilovan
Şehîdê Quran
Şûrkêşê mumîn
Engînê şêrvan
Xwîna we yê sor
Dîsa em birin jor
Pir xayînên kor
Kirin perîşan
Xelq û gelê jar
Bê dost û bê war
Hûn bûne hewar
Ji wan re ey can
Xayînên zorker
Diz û heramxwer
Li ber we bûn ker
Kişyan ji meydan
Fêm û şiyarî
Ket her dîyarî
Xweş hêvîdarî
Şîn bû di qelban
Xwîna we bê hed
Rûh xiste Amed
Li we be rehmet
Ji Rebbê Rehman