Bu ilahiyi uygulamada oku! Çevrimdışı erişim ve daha fazlası.

İndir
visibility 11 Okunma
Meşşa xweş meşşa di rêya Xweda ye Rêya egîd û jîr û merda ye Meşşa xweş meşşa rêya Xweda ye Can û malê me jêra feda ye ‘Eşqa Îslamê dîsa li dila ye Barê Quranê va li ser mila ye Mizgîn şêra dîsa ser hilda ye Çeqqel û rovî diçne li ber ba ye Ehlê îmanê, hatin meydanê Li tevê cîhanê, roja me daye Bihara dîn e, bi xeml û rengîn e Xweş û şêrîn e, gula bîn daye Tê xwendin Qur’an, nûr tê ser dilan Dengê bilbilan, xweş tê guha ye Me rê Îslam e, wê şahî da me De’w û doza me, dînê Xuda ye Me da rê yek yek, li hev bûn xelek Îro pir gelek, ‘eşqê li me daye Emin hêvîya jar û ketîya Şeveq bû xuya, mizgînî vaye

Paylaş ve Destekle

chat share