Bu ilahiyi uygulamada oku! Çevrimdışı erişim ve daha fazlası.

İndir
visibility 13 Okunma
Ya Rebb eger meznaya te, Bêjim wê ziman bihele, Behrê cîhan bikim hubir, Têr na nîvsînim wesfê te Darê dinyayê bicvînim, Bikim qelem binivsînim, Çikas xweşkim l’ hevdu bînim, Wesfê te ez na qedînim Çiqas bêjim j’ dilê safî, Çiqas serf kim zihnê safî, Her tim bêjim ewsafê te, Lefzê deva na bin kâfî Li ber meznaya te ya Rebb! Em ze’îfin nagere dev, Têrê nake hiş u ‘aqil, Ez bi fikrim bi roj u şev Tiyî Ewwel tiyî Axir, Tiyî her Raziq u Qadir, Tiyî xwedyê me mezluma, Eyya Qehhar u ya Fatir

Paylaş ve Destekle

chat share